Kunye
Aequivalentia-Translation
Cuma Demir
Agnes-Miegel-Straße 7
31139 Hildesheim
- Tercumanê Kurdî (Kurmancî) yê ji aliyê Eyaleta Federal a Hessenê ve Pejirandî.
- Tercumanê Sondxwarî û Wergêrê zimanê Kurdî (Kurmancî) yê ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Hannoverê ve Rayedarkirî.
- Wergêrê zimanê Tirkî yê ji aliyê Dadgeha Herêmî ya Hannoverê ve Rayedarkirî.
Danegeha tercuman û wergêran: https://www.justiz-dolmetscher.de/Recherche/de/Person/Details/61347
Telefon: +49 1512 3451631
E-posta: info@aequivalentia-translation.net
Hejmara Baca Dahatê: 30/109/09669
Daxuyaniya Redkirina Berpirsyariyê
Berpirsyariya ji bo Naverokan
Wekî dabînkerê xizmetê, li gorî xala 7, beşa 1 a Qanûna Telemedyayê ya Almanyayê (TMG), em ji bo naverokên xwe yên li ser van rûpelan li gorî qanûnên giştî berpirsyar in. Lê belê, li gorî xalên 8 heta 10 ên TMG, em wekî dabînkerê xizmetê ne mecbûr in ku agahiyên sêyemîn yên hatine şandin an jî tomar kirin bişopînin an jî rewşên ku nîşaneya çalakiyeke neqanûnî didin, vekolîn. Binbaritîyên rakirina an astengkirina bikaranîna agahiyan li gorî qanûnên giştî ji vê yekê bêbandor dimînin. Lê berpirsyariyeke bi vî rengî tenê piştî haydarbûna binpêkirineke qanûnî ya şênber gengaz e. Dema ku em ji binpêkirinên qanûnî yên têkildar haydar bibin, em ê tavilê vê naverokê jê rakin.
Berpirsyariya ji bo Lînkan (Girêdanan)
Malpera me tu lînkên malperên derveyî yên aliyên sêyemîn nahewîne.
Mafên Telîfê
Naverok û berhemên ku ji aliyê rêvebirên malperê ve li ser van rûpelan hatine çêkirin, di bin Qanûna Mafên Telîfê ya Almanyayê de ne. Ji bo jêzêdekirin, guhertin, belavkirin, û her cure bikaranîna li derveyî sînorên qanûna mafên telîfê, razîbûna nivîskî ya nivîskar an çêkerê têkildar pêwîst e. Dakêşandin û kopîkirina vê rûpelê tenê ji bo bikaranîna kesane û ne-bazirganî bi destûr e. Ji bo dakêşandin û kopîkirina rûpelên din li ser vê malperê bi tu awayî destûr nîne. Eger naverok ne ji aliyê rêvebirên malperê ve hatine çêkirin, divê mafên telîfê yên aliyên sêyemîn li ber çavan bêne girtin. Naverokên aliyên sêyemîn bi awayekî taybet hatine nîşankirin. Lê dîsa jî eger hûn rastî binpêkirineke mafên telîfê bên, ji kerema xwe re me hişyar bikin. Çawa ku em bi van binpêkirinên qanûnî bihêsin, em ê bi lez van naverokan rakin.
Eger bi awayekî din eşkere nehatiyê diyar kirin, gotar, logo, nav, û nîşaneyên li ser malpera Aequivalentia-Translation milkê Aequivalentia-Translation in.
Parastina Daneyan
Parastina daneyên we yên kesane ji bo me xala herî girîng e. Bi gelemperî, hûn dikarin rûpelên me ziyaret bikin bêyî ku hûn daneyên xwe yên kesane diyar bikin. Daneyên kesane yên ku hûn di çarçoveya daxwaza sparîşekî de ji me re radest dikin, ji aliyê me ve bi awayekî nepenî têne parastin û bi tu awayî bi aliyên sêyemîn re nayên parvekirin.
Şîfrekirina SSL
Ev malper ji bo sedemên ewlehiyê û ji bo parastina veguheztina naverokên nepenî, wekî mînak gava ku hûn wekî bikarhênerên malperê ji me re daxwazên xwe dişînin, şîfrekirina SSL bi kar tîne. Hûn dikarin girêdaneke şîfrekirî ji vê yekê nas bikin ku rêza navnîşana gerokê ji „http://“ ber bi „https://“ ve diguhere û ji nîşana qeflê ku di rêza gerokê de ye. Dema ku şîfrekirina SSL çalak be, daneyên ku hûn ji me re dişînin, nikarin ji hêla aliyên sêyemîn ve bêne dîtin.
Dosyayên Log ên Serverê (Server-Log-Files)
Ji bo çêkirina girêdanekê di navbera cîhaza we û malpera me de, hin agahî ji aliyê dabînkerê malperan ve têne berhevkirin û di dosyayên bi navê Dosyayên Log ên Serverê de têne tomar kirin. Ev daneyên hanê agahiyên jêrîn dihewînin:
Cureyê gerokê û versiyona gerokê, pergala xebitandinê ya ku tê bikaranîn, URL ya referansê, navê (Hosting) kompîtura ku têdikeve, demjimêra daxwaza serverê.
Ev dane nikarin bi kesên diyarkirî ve bêne girêdan. Ev dane bi çavkaniyên din ên daneyan re nayên yek kirin. Lê, em mafê xwe diparêzin ku van daneyan paşê kontrol bikin, eger em bi delîlên berbiçav ên ji bo bikaranîneke neqanûnî bihêsin.
Bikaranîna Kukîyan (Cookies)
Em li ser malpera xwe tu cureyên kukîyan bi kar nayînin.
Telefon, E-Name, WhatsApp û Forma Têkiliyê
Eger hûn bi telefon, e-name, WhatsApp an Forma Têkiliyê daxwazên xwe ji me re bişînin, agahiyên we û daneyên têkiliyê yên ku hûn diyar dikin ji bo pêkanîna daxwaza we û ji bo pirsên ku dûvre derkevin, têne tomar kirin. Em van daneyan bêyî razîbûna we bi aliyên sêyemîn re parve nakin.
Mafê Agahdarî, Jêbirin û Astengkirinê
Her dem mafê we heye ku hûn bê xerc agahiyên li ser daneyên xwe yên kesane ku hatine tomar kirin, çavkanî û wergirên wan, û armanca bikaranîna daneyan bistînin, û her wiha mafê we heye ku van daneyan sererast bikin, asteng bikin an jî jê rakin. Ji bo vê yekê û ji bo pirsên din ên li ser daneyên kesane, hûn dikarin di her demê de bi rêya navnîşana ku di beşa „Kunye“ de hatiye diyar kirin bi me re têkilî deynin.
Mafê Gilîkirinê
Her wiha, li gorî xala 77 a Rêziknameya Giştî ya Parastina Daneyan (GDPR), mafê we ji bo gilîkirinê li ba saziyeke çavdêriyê heye. Bi gelemperî, hûn dikarin ji bo vê yekê bi saziya çavdêriyê ya cihê rûniştina xwe ya asayî, cihê kar, an jî navenda şirketê me re têkilî deynin. Hûn dikarin lîsteyeke berpirsyarên parastina daneyan û agahiyên têkiliyê yên wan ji vê lînkê werbigrin: https://www.bfdi.bund.de/DE/Service/Anschriften/anschriften_table.html
Me di amadekirina van agahiyan de, şêwir ji malpera “e-recht24.de” wergirt.
Bingeha qanûnî GDPR ye.
„Ziman mala hebûnê ye.“, Martin Heidegger