Wekî wergêrên profesyonel, em di bin banê Aequivalentia-Translation de hatine cem hev, da ku wergerên bi kalîteya herî bilind pêşkêş bikin.
Peyva Latînî „Aequivalentia“ tê wateya hempabûnê. Me jî vê yekê ji xwe re armanc kir ku wergerên me bi temamî wateya metna orîjînal bi awayekî hempa bihewîne. Her yek ji me di zimanên xwe yên taybet û qadên pisporiyê de xwedî zanîna kûr e, ku bi tecrûbeyên salan bi dest xistine. Em bi berdewamî xwe nûtir, asoyên xwe jî firehtir dikin, û herwiha bi coşeke mezin xwe ber dijwarîyên nû ve didin.
Wergerandinên hesas û bêkêmasî û dilxweşîya mişteriyên me bingeha exlaqê karê me ne. Wekî din jî werger ne tenê karê me ye, dilê me her bi vê yekê ve ye.
Em ê bi kêfxweşî daxwazên we guhdar bikin, bersivên pirsên we bidin, û bi nirx û kalîteya xebatên xwe re dilê we xweş bikin.
Ji bo vê yekê, bi me re têkildar bin!
„Ziman bedena ramînê ye.“, Georg Wilhelm Friedrich Hegel