Hûn bi xêr hatin li ser rûpela me ya sereke!

Hûn dixwazin belgeyên xwe yên kesane wergerînin, an weke saziyekê hewceyî wergerên herî baş in, ku dilê mişterîyên xwe bigirin? Bê guman, hûn li cihê herî rast in!

Em ê bi dil û can we guhdar bikin, da ku hûn wergerên xwe bi kalîteya herî bilind bidest bixin. Ne tenê wergerên bêhempa, em çareseriyên sererastkirinê û redaksiyona pisporî jî pêşkêş dikin. Wergerên pejirandî yên belgeyên fermî, raporên tibbî, nivîsên hiqûqî, an wergerên teknîkî; daxwazên xwe bi me re parve bikin, em ê çareseriya herî guncav ji we re peyda bikin.

Eger hûn weke saziyekê dixwazin wergerên xwe bi programên wergerê yên bi desteka komputerî (CATs) amade bikin û Bîrên Wergerê (Translation Memory) ji bo pêşerojê biafirînin û wan bi yek destî optîmîze bikin, em muhatabên we yên rast in.

Ji bo ku em ji we re pêşniyara herî guncaw amade bikin û daxwazên we bi cih bînin, ji kerema xwe re mijarên jêrîn bixwînin û bi me re têkilî deynin!

„Kesekî ku zimanekî biyanî nizane, tu tişt li ser zimanê xwe jî nizane.”, Johann Wolfgang von Goethe