Her kesê ku duzimanî ye, baş dizane ku her ziman bi xwe bêhempa ye. Ev şiyan, ku mirovahiyê di dema pêşveçûna xwe ya evolusyonî û rewşenbîrî de bi dest xistiye û bingeha ramînê jî ava dike, yek ji girîngtirîn şiyanên kognîtîf yên mirovan e.
Wekî Aequivalentia-Translation, prensîba me ya bingehîn parastina standardên kalîteya bilind e. Ji ber vê yekê, em xizmetên xwe yên wergerê tenê di wan zimanan de pêşkêş dikin ku, ji serî heta dawî bi temamî ji hêla tîma me ve têne bicihanîn.
Wê kêfa me gelek jê re bê ku em daxwazên we yên wergerê di kombînasyonên zimanî yên jêrîn de werbigirin:
- Almanî – Kurmancî
- Almanî – Tirkî
- Îngilîzî – Kurmancî
- Îngilîzî – Tirkî
Eger kombînasyona zimanî ya ku hûn dixwazin li vir nehatibe lîstekirin, kerem bikin û ji me bipirsin. Em ê ji dil pêşniyarên xwe bi we re parve bikin.
„Tevahiya hunera ziman di wê yekê de ye ku mirov were fêmkirin“, Konfuzius